Sunday, April 7, 2019

Kurdî chat ango bi îngilizî Kurdish chat çî ye ?

CHAT ÇÎ YE ? MALPER Û QANALÊN CHATÊ KENGÊ VEBÛN ?
Ewilî dixwazim chat çî ye behsa wî bikim.Chat bi rastî jî bi îngilizî gelek peyvek populere û dema ku înternet li cîhanê belav bû her kesî malperên wek "chat rooms" , "chat sites" ango em bibêjin qanalên chatê û malperên chatan vekirin.Ev qanal û malper her tim jî bi "chat"ê dest pê dikir.Piştê wê demê malper û qanal bi gelek mirovan ve tujî dibûn û xelk bi van qanalanda sibê zû heta êvarê waxt derbas dikir.
JI BO KURDA CHAT ÇÎ YE ?
Bi rastî ji bo kurda ev peyv hê niha jî gelek xerîbe lewra dema ku xelkê li qanalên chatê de axaftin û nivîsandina xwe dikir , kurdan jî hemberê dijmin şerê xwe dikir.Li iraqê saddam re , li tirkîyê hovên wek kenan evren re û li sûrîyê bavê esedê niha re û îran ji xwe cîhê mirovahî kuştinê bû.Ji bo wî kurdan tu carî ne wek tirka ne wek erebe ne jî wek farisa zimanê xwe , çanda xwe û dîroka xwe nas nekir û li gel van tiştan xwe nas nekir.Chat ji bo kurda tune bû  û niha jî
Kurd nizanin bikevin înternetê ango malên wan da înternet tune.
CHATA KURDÎ JI BO HEMÛ GELÊ KURDÎSTAN'Ê
Erê bi rastî dema ku me ev malper avakir me xwest hemû gelê (her çar hêl)Kurdîstan'ê bikaribin bikevine chatê û bi zimanê xwe chata kurdî bi ewlehî bikin.Lewra welatên derdorê me yên hov qet nehiştin em ji xwe re malper jî ava bikin û dema ku ava bikî qedexe dikirin.
Mînak tirkîye , nahêle kurd malperên sernavê kurdî û vebe û weşanê bike.Ez bawerim ku ev rewş li her çar alîyê Kurdîstan'ê wiha ye.
Qedexe kirin , girtin û xwedî yê malperan binçav kirin.Ji bo wî ev malper ji bo kurdên kı dixwazin bi kurdî binvîsin yê bibe mînak.